11 Sibat 2016•Rojanekirin: 12 Sibat 2016
MOSKOVA
Li Moskowaya paytextê Rûsyayê ofîsekî hat ragihandin ku herêmên di bin kontrola PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê temsîl dike, hat vekirin.
Ofîs bi navê "Nûnertiya Kurdistana Rojava" hat nasandin û hat eşkerekirin ku "Cezîre", "Kobanê" û "Efrîna" ku li bakurê Sûriyeyê cî digirin û bi Tirkiyeyê re sînorên wan hene û ji aliyê PYDyê ve wek "kanton" tê binavkirin, temsîl dike.
Feleknas Ûcaya Parlementera HDPyê ya Diyarbekirê, Ebdûssalam Eliyê nûnerê Rûsyayê yê PYDyê û Senam Mihemmedê ku wek "Nûnerê Kurdên Sûriyeyê yê Ewropa û DYAyê" hat nasandin beşdarî vekirinê bûn.
Nûnertî bi komeleya karsazan a ku Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê meha borî vekir re di heman avahiyê de ye.
Axaftinên ku di vekirinê hatin kirin bûn wekî propagandaya dijî Tirkiyeyê û parlementer Ûca îdiaya "Kurdan nekarîn ku beşdarî Cenevreyê (mizakereyên Sûriyeyê) bibin vê yekê zirar neda me, arîkarî kir ku bala dinyayê bikeve ser kurdan."
Nûnerên herêmên Donetsk û Luganskê ku cudaxwazên alîgirên Rûsyayê yên li Ûkraynayê kontrol dikin jî beşdarî civînê bûn.
Di şerê navxweyî ya Sûriyeyê de rejima Beşşar Esed, PYDya ku bi Rûsya û DYAyê re hevkariyê dikin, hedef dike ku şorebekî ku seranserê sînorê Sûriyeyê yê Tirkiyeyê ava bike. Rêxistin ji bo ku herêmên Efrîn, Kobanê û Hesekêya ku dikevin bakurê welêt ên ku di bin kontrola wê de ne bike yek, bi piştgiriya hewayê ya Rûsyayê dijî mixalifan li Helebê êrîşên tund dike.