Abdullah Tel
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim der barê nîqaşên li ser referandûma Herêma Kurdistana Iraqê da got: "Em wek Tirkiyeyê li vê derê bi dostanî bang li Birêz Mesûd Barzanî dikin. Hêj wext heye dev ji vê xeletiyê berdin. Berevajiyê vê li herêmê helbet pirsgirêkên mezin hene, têkoşîna bi DEAŞ û PKKê ra heye û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku bi salan e dewam dike heye. Di vî wextê ku ev hemû pirsgirêk dewam dikin da ji derketina problemeke nû ewilî wê zirarê bide xwîşk û birayên me yên kurd ên li wir dijîn, ev neheqiyeke mezin e. Helwesta Tirkiyeyê li hemberî wan gavên yekîtiya axa Iraqê perçe bikin û guherandina şeklê Kurdistana federal a di makezagonê da kifş e"
Serokwezîr Yildirim ji bona bûyerên di cinazeyê diya Aysel Tuglukê da derketin wiha axivî:
"Bûyerên di dema definkirina cinaze da derketin qet nayên qebûlkirin. Ev provakasyonek e ku kesên nezan kirine. Jixwe walî û wezîrê me agahî dan, ketin dewrê û mesele çareser kirin. Lê li vir naqede. Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê lêpirsîn da destpêkirin, binçavkirin û lêpirsîn heye. Wê berpisiyar bên dîtin û tiştên hewce dikin bên kirin. Bila şik û gumana kesî tunebe."
Ji bo binçavkirina parêzerê Kiliçdaroglu jî wiha nirxandin kir:
"Ev karê darazê ye. Em naveroka dosyeyê nizanin, sûc çi ye em nizanin û nikarin der barê mijarê da biaxivin. Hêvî dikim di encama kar û barên qanûnî da biryareke rast derkeve."