Muhammet Kurşun
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê girtina Deriyê Sînorî de got: "Em ji vir û pê de Deriyê Sînorî Xabûrê nagirin. Dê arîkariyên însanî, malên ticarî û însan di wir re bi awayekî normal herin û werin."
Îbrahîm Kalin, li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê û mijarên giring de nirxandin kirin, cewaba pirsan da.
Kalin, behsa seredana Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî bo Enqereyê kir û got têkiliyên Tirkiye û Iraqê digel wî nirxandine û bûyeren piştî referandûmê qewimîne jî axivîne.
Kalin bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî li ser bûyerên Kerkûk û derdora wê bi berfirehî axivîne û wiha agahî da:
"Rewşa nû ya bi referandûmê re derketiye holê helbet nirxandina gelek mijaran bi awayekî cuda jî aniye halekî zerûrî. Çavnêriya me ew e ku rêveberiya Hewlêrê ji vê gava xelet paşde gav bavêje. Daxuyaniyên li ser cemidandina encamên referandûmê ne bes in. Berevajiyê vê lazim e ev bi temamî were betalkirin û rewş vegere statuya berê. Em vê çavnêriya xwe careke din dubare dikin. Em di vê pêvajoyê de bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê û aktorên navneteweyî re bi hemahengî xebatan didomînin."
Kalin, got divê sîstemeke ku Kerkûkê, hemû xelkê Kerkûkê û komên nijadî himbêz bike were tesîskirin.
Kalin li ser Tirkmenên Iraqê jî got Serkomar Erdogan roja yekşemê komek ji Tirkmenên Iraqê pêşwazî kiriye û rewşa giştî hatiye axaftin.
Kalin got niyeta wan û cezakirina Kurdan tuneye û wiha axivî:
"Tu helwesteke me ya neyênî li dijî komeke mezhebî yan nijadî tuneye. Me digel Kurdên Iraqê her demê têkiliyên baş danîne. Mixabin em encamên ku ji ber gava xelet a rêveberiya Hewlêrê derketin holêbi hev re temaşe dikin. Li vir cezakirina Kurdên Iraqê ne mewzû behs e. Wisa zen dikim ku nîşaneya vê ya herî diyar jî me Deriyê Sînorî Xabûr ji bo çûnûhatinên însanî negirt. Wisa zen dikim ku ji do pê ve bûyereke ku me bi kêfxweşî pêşwazî kir qewimî û Hewlêrê deriyê sînorî teslîmî hikûmeta Iraqê kir. Min ji bo vê berê bangewaziyek kiribû. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Em ji vir û pê de Deriyê Sînorî Xabûrê nagirin. Dê arîkariyên însanî, malên ticarî û însan di wir re bi awayekî normal herin û werin. Dê Deriyê Sînorî Îbrahîm Xelîl ji aliyê hikûmeta navendî ve were kontrolkirin."
Ji bo Telaferê jî Berdevkê Erdogan behsa wê yekê kir ku lazim e Tirkmenên Telaferê vegerin malên xwe û got: "Nifûsa Telaferê nêzîkî 400 hezarî bû, niha 15-20 hezar vegeriyane. Hin ji van yên hatibûn Tirkiye û çûbûn bajarên din ên Iraqê. Piştî asayiş li wir hat temînkirin bi tevkariya hikûmeta navendî jî dê îmar û înşaya li wir dest pê bike."