Fatih Gazioğlu
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna Danasîna Koma Pengava Hevpar a Otomobîla Turkiyeyê de diaxive.
Serokomar Erdogan ragihand di Koma Veberdêr ya Hevbeş da ku wê tirimbêla xwemalî ya Tirkiyeyê çêkin Koma Anadoluyê, Holdînga Kiraça, Koma Turkcellê, BMC û Holdînga Zorluyê cî digirin.
Serokomar Erdogan: "Sala par li welêt 757 hezar tirimbêl hatine firotin û li Tirkiyeya ku hê di vî warî da gav neavêtiye ev eybeke mezin e. Loma jî em îro ji bona ji vê eybê xilas bibin gaveke dîrokî diavêjin. Mesele bi tenê çêkirina tirimbêlê nîne, ceribandin, agahî û teknolojiya ku ji vê derê derkeve ew ê li dinyayê meydanê bixwîne."
Erdogan: "Li Hekarî û Tunceliyê di encama pevçûnan de 8 leşkerên me şehîd ketin, Xwedê rehma xwe lê bike. Ji terorîstan 17 kes li Hekariyê, 5ê wan li Tunceliyê û bi tevahî 22 terorîst hatin kuştin.
Erdogan: "Platforma me hê di bin emrê TUBÎTAKê de dixebite û amade ye ku di bin emrê koma me ya muteşebis bixebite. Şûna vê heke bixwazin rasterast tirimbêlên hibrît û biceyran çêbikin em ê memnun bibin. Biryara wan çi be bila bibe, em ê arîkariyê bidin wan. Bi tenê daxwaza me ji wan ew e ku bila xeyala gelê me yê tirk bînin cih."
Serokomar Erdogan ragihand di Koma Veberdêr ya Hevbeş da ku wê tirimbêla xwemalî ya Tirkiyeyê çêkin Koma Anadoluyê, Holdînga Kiraça, Koma Turkcellê, BMC û Holdînga Zorluyê cî digirin.