27 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
MERSÎN
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku wek partî heta dawiyê piştgirî dan agirbesta li Sûriyeyê û bangî her kesê kirin ku guh bidin vê agirbestê û got ku "Em dixwazin ku li Sûriyeyê çek rawestin."
Demirtaş di mitînga Demokrasî û Aştiyê ya ku partiya wî li ber derê Serokatiya Navçeya Akdenîzê ya HDPyê li dar xist de axivî û got ku ji bo hemû Rojhilata Navîn ji pêvajoyeke ku geşedanên herî girîng ên sedsalê diqewimin derbas dibin.
Demirtaş parast ku di bin tehdeyan de hewl didin ku di qada siyasetê de cî bigirin û got ku ji heyamên dijwar derbas bûn û bûn partiya sêyem a herî mezin a parlementoyê.
Demirtaş qala peymana agirbesta qismî û berwext a li Sûriyeyê ya ji bo rawestandina pevçûnan jî sekinî û wiha axivî:
"Înşeallah her kes agirbestê pêk bîne. Înşeallah felaket û zilma ku ev 5 sal in gelên Sûriyeyê dikşînin xilas bibe. Hemû hêviya me ev e. Me wek partî heta dawiyê piştgirî da agirbesta li Sûriyeyê û me bangî her kesê kir ku guh bidin vê agirbestê. Em dixwazin ku li Sûriyeyê çek rawestin."
Demirtaş îdia kir ku daxwaza aştiyê zor e lê belê ev tercîha wan bi xwe ye û wiha axivî: "Em dixwazin ku van rojên ku şer her ku diçe mezin dibe em dîsa hêviya aştiyekî mezin bikin. Lê binêre li Sûriyeyê agirbest heye. Gelo li welatê me jî agirbestek wiha çêbe dê xirab be? Heke îro li welatê me çek rawestin ma dê xirab be?"