27 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Hêzên ewlehiyê midaxaleyî koma ku bi hinceta operasyonên terorê yên li Sûra navçeya Diyarbekirê xwest ku li navçeya Baglarê bimeşe kir.
Ji aliyê HDP, DBP û hin saziyên civakî yên sivîl li Parka Koşuyoluyê çalakiya "Deng bide Sûrê" hat kirin. Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken, Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, Hevserokê Giştî yê DBPyê Kamûran Yuksek û hin parlementerên HDPyî beşdarî çalakiyê bûn.
Komê piştî axaftinan xwest ku ber bi taxa Ofîsê ve bimeşe û hêzên ewlehiyê ji bo ku belav bibe hişyarî da komê.
Komê digel hişyariyan ji bo rêxistina terorê û serokê wê slogan berz kirin û xwest ku bimeşe. Polêsan li ser vê bi gaza îsotê û ava bitazyîq midaxaleyî komê kir. Li ser vê yekê xwepêşandêr belavî nav kolanên bajêr bûn û bi kevir, bombeya dengê û fişengên hewaî êrîşî hêzên ewlehiyê kir.
Xwepêşandêr pişt re li taxa ofîsê hatin bal hev û bi midaxaleya hêzên ewlehiyê belav bûn.
Polês 2 xwepêşandêr binçav kirin.