ANKARA
Li gor daxuyaniya ku ji malpera Navenda Çapemeniy^eya Serokwezîrtiyê hat dayîn Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji ber Cejna Komarê peyamek weşand.
Serokwezîr Davutoglu em bi kelecan in ku bi 77 milyon mirovî re 91emîn salvegera îlankirina komarê pîroz dikin û wiha axivî: "Em dema ku di Şerê Îstiqlalê de bi ser ketin û pişt re dema ku me xîmên komara xwe ya nû avêt, me vê wek gelekî, ango em di çarçoveya hest, armanc û îdealeke hevpar de bûn yek û em wisa bi ser ketin. Îro dîsa derfet e em vê yekbûnê bi bîr bixin û girêdana xwe ya welatê xwe nîşan bidin. Ew dîmena yekîtiya ku em dê di vê cejnê de nîşan bidin dê ji bo kesên ku dixwazin di nav me de dijminahiyê derxînin bersiva herî xweş be."
"Em dê destketiyên xwe heta dawî biparêzin"
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku atmosfera aloziya li herêmê, kevneşopiya dewletê ya Tirikiyeyê car din girîngiya çanda demokrasiyê û yekîtiya civakî ya xurt nîşan da û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em dê wek gel heta dawiyê hemû destketiyên xwe biparêzin. Em dê ji asta ku em tê de ne gavek paş de neavêjin. Em dixwazin ku bila her kes jê bawer be ku em dê ji bo aştiya herêmê û edaletê hemû derfetên xwe seferber bikin. Em dê hemû di avakirina Tirkiyeya nû de bi hemû xîreta xwe xebatên xwe yên ji bo edalet, aştî û hekaniyetê berdewam bikin. Ji sala 2023an a ku ji bo me ji aliyê sembolîk ve pir watedar e re 9 sal man. Em dê di 100emîn salvegera komara xwe de Tirkiyeya nû ya ku ji her aliyê ve hêzdar e, serkêş e û mezin e, ava bikin. Va ye ev pêvajoya avakirinê dê ji aliyekî ve ji nû ve bêkêmasî bi pêkanîna felsefeya damezrîna komara me dê pêkan be. Em dê di vê de bi ser bikevin û di nav welatên serkêş ên dahatûyê de cî bigirin."
Qezaya madenê ya li Karamanê
Davutoglu 91emîn salvegera damezrîna komarê û 29ê Cotmehê Cejna Komarê pîroz kir û got ku "Ez bi vê wesîleyê ew nemerdên ku li Hekariyê kemîn vedan û leşkerên me şehîd kirin bi tundî lenet dikim. Ez dibêjim ku em ji ber qezaya madenê ya li Karamanê gelekî xemgîn in û dixwazim ku karkerên me yên ku di kana komirê de mane bi hemû derfetên gel û dewleta me bên xilaskirin û sax salim vegerin nav malbatên xwe. Ez 91emîn salvegera damezrîna komara me, di serî de damezrînerê komara me Xazî Mustafa Kemal Ataturk, hemû lehengên Şerê me yê Îstiqlalê, şehîdên me, xaziyên me bi rehmet û mînetdarî bi bîr tînim û silavên xwe yên ji dil ji welatiyên xwe re dişînim."