15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
KOCAELÎ
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Em enerjiyê ji milletê xwe digirin, em hem dixebitin hem ji bo yekîtî û bihevrabûna vî welatî milletê xwe tînin bal hev. Dema ku me dest bi vî karî kir, me ciwanên ku azad in, xwe pêş xistine û xwe bawer in, xeyal dikir. Şikir ji Xwedê ra em vê gavê van ciwanan li pêş xwe dibînin."
Serokwezîr Davutoglu di Komxebata Ciwanan a Kocaeliyê de axivî û hin sernavên ku ji axaftina wî derketin pêş jî ev in:
"Partiyên din bi tu awayî di civînên wek vana de bi gel re nikarin bên bal hev. Ew bi lîstikên lijneya xwe re eleqedar in. Lê me hilbijartin qedand û weke ku kampanya dewam dike di rêya xwe de dimeşin.
Li hemberî kal, pîr û jinên me tu car bê hurmetiyê nekin. Ez li vê derê bangî xwîşk û birayên xwe yên ciwan dikim; kî zilm û zorê li jin û zarokan kir, tevgereke bê exlaq kir wezifeya we ya sereke rê li wî girtine, li hemberî hemû tundiyê divê hûn helwesta xwe eşkere bikin. Ez wisa bawer dikim ku ciwanên AK Partiyî di mijara tundiya li dijî jinê de jî wê di rola sereke de cih bigirin.
Me ji 3yê sermaweza 2002yan pê va pêdivî û daxwazên welatiyên xwe anîn cih û Tirkiye di dinyayê da kir dewleteke herî xurt. Ciwanno bila serê we bilind be, serê we yê timî bilind be. Me bi reformên siyasî û aborî va Tirkiye cardin rakir ser piya. Ji bo ku welatê me pêşketîtir, demokratîktir û azadîtir bibe, me bi hemû hêza xwe hewl da. Ji bo ku ciwanên me Tirkiyeyeke xweştir da bijîn, me hewl da. Em bi berhemên mezin û îstiqrara demokratîk a ku me bi welatê xwe da qezenckirin va serbilind in.
Ew telîmata ku me di 23yê tîrmehê de ji hemû şaxên ewlehiyê re şandibû îro jî di rewacê de ye. Heta ku bajar, kuçe, gund, navçe, deşt, zozan û yek santîmetreya dawîn a vî welatî ji terorîstan bê paqijkirin ev têkoşîna me wê bi biryar dewam bike. Ew kesên bi bêperwa berdevkiya terorê dikin jî wê derkevin hemberî edaletê û hesab bidin.
Vê gavê dixwazin lîstikeke nû bilîzin; weke ku bi mehan e li vî welatî çalakiyên terorê çênabin, weke ku tu eleqa wan bi rêxistinên terorê ra tunebin, piştgiriyê nadin terorê, ev şaxên siyasî yên vê terorê dest pê kirin û çiv dane xwe. Daxuyaniyên ku tê dayîn hûn dibînin, bê perwa digotin ku me pişta xwe daye rêxistinên terorê, lê îro derdikevin û xwe dispêrin maskeyên xwe yên sexte yên beriya 7ê hezîranê. Millet rûyê we yê rastîn dît. We bi çîroka xwe ya derew ya Tirkiyebûnê va dest pê kir û paşê we çal û barîkat parastin û hûn çûn şîna xwekuj. Her kesî ev rûyê we yê rast dît.
Em niha li Tirkiyeyê dijî terora ku ev 35 sal in li vî welatê hane heye ji dîroka Komarê vir ve têkoşîna herî xurt didin. Tirkiyeya ku di hedefa rêxistinên terorê yên wek DAEŞ û PKKyê de ye li hemberî terorê têkoşîn çawa tê dayîn nîşanî dinyayê jî dide. Di têkoşîna bitesîr û biryar a ku em birêve dibin de halê rêxistina terorê ya cudaxwaz a ku ketiyê jî li pêş çavan e. Rêxistin û piştgirên wê yên ku li hemberî operasyonan hatine asta tunebûnê çiqas dikevin tengasiyê ji bo xwe xilaskirin û hemleyên nû lîstikên teze dikin rewacê. Eve kesên ku mizgefta dişewitînin, rê li ezanê digirin û ji mînareyê sirûda xwe lê dixin, di nav Qurana Kerîm de bombeyê vedişêrin û ji nişke va li nimêja înê û sê mehan dihesin, ev lîstikeke wiha ye."