15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomarê Komara Îslamê ya Îranê Hesen Rûhanî wê sibê were serdana Enqereyê.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê Rûhaniyê ku ji bo Zîrweya Îslamê ya 13emîn a Teşkîlata Hevkariya Îslamê li Stenbolê ye, li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê sibê were Enqereyê.
Hat destnîşankirin ku di serdanê da wê di serokatiya Erdogan û Rûhanî da Civîna 3yemîn a Konseya Hevkariya Mezin a Tirkiye û Îranê jî were kirin.
Hat diyarkirin ku wê di hevdîtinan da têkiliyên herdu dewletan, mijarên herêmî û navneteweyî bên rojevê.