15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
ANKARA
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da pêşnûmaya zagonê ya giştî di mijarên "Sîgorteya trafîkê ya mecbûrî, jinûva avakirina Sûra navçeya Diyarbekirê, Kanal Îstanbûl, reşkirina deynê prîmên sîgorteya tenduristiya giştî ya kesên heta 25 salî, hildana 15 hezar polêsan û têkoşîna dijî fînansekirina terorê" da verastkirinan dike, hat qebûlkirin.
Di çarçoveya zagonê da di warê sîgorteya trafîkê ya mecbûrî da guherandin tê kirin.
Li gor zagonê deynê prîmên sîgorteya tenduristiya giştî ya kesên heta 25 salî tê reşkirin û prîmên ku beriya verastkirinê hatine dayîn paşva nayên dayîn.
Li gor zagonê ji bo "Kanal Îstanbûl" û rêyên avê verastkirinên qanûnî tên kirin û ji bo wan pênase û statuyeke qanûnî tê diyarkirin.
Li gor zagonê ji bo dê û bavê mexdûrên terorê jî heqê îstixdamê çêdibe.
Di çarçoveya zagonê da ji bo jinûva avakirina Sûra navçeya Diyarbekirê bingeheke qanûnî tê çêkirin.
Wek mayîn di zagonê da di warê hildana 15 hezar polêsan û têkoşîna dijî fînansekirina terorê da verastkirinên qanûnî tê kirin û deynên saziyên tûrîzmê jî tên derengîxistin.