31 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
ANKARA
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr li Navenda Giştî ya AK Partiyê di TRT Haberê da bi weşana zindî pirsên rojnamevanan bersivand.
Kurtulmuş destnîşan kir hevdîtin û pêwendiyên der barê Şengalê da dewam dikin û wiha got: "PKKyê ji tevliheviya li vir îstifade kir û bi cî bû. Em vê qet qebûl nakin."
Numan Kurtulmuş diyar kir li herêmê leşkerên Tirkiyeyê hene û wiha got: "Hewce bike tevî rêvebiriya Bakurê Iraqê tevdîr bên hildan û nehêlin PKK li wir bimîne."