Muhammet Kurşun
23 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Bergiriyê Fîkrî Işik, li ser bixwevekirina sembola YPGyê ji aliyê eskerê Rûsyayê ve got: "Mixabin ev dîmen Tirkiyê xemgîn dikin. YPG berdewamiya PKKyê li Sûriyê ye. Em wek Tirkiyê bi tu awayî qebûl nakin ku YPG, Emrîka û Rûsya bi hev re kar bikin."
Li ser biryara çeknedayinê ya şirketên Alman jî Işik wiha nirxandin kir:
"Em li hêviyê ne ku Almanya bi eqlê selîm tevbigere. Em wextê çekên di destê terorîstan de dibînin ku ev yên alman in, em fêm nakin ku Almanyayê çima xwe li hemberî daxwaza Tirkiyeyê ya çekan ker kiriye û xwe wekî ku ji Tirkiyeyê re ambargo danîbe nîşan dide, em vê yekê qebûl nakin."