Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe ya hefteyî de xeber da. Demîrtaş li ser gengeşiya navbera AK Partî û cimatê de sekinî û got: "Ji bo ku cihê xwe çêbikin, em ji xwe re kirin mertal û AKP wisa rexne kirin. Der heqê me de propagandeyeke qirêj meşandin û ev yek ji xwe re wek tiştekî heq dîtin. Bi hezaran tiştên AKP hene ku mirov dikare rexne bike, ji bo wê jî çi hewcetî bi me heye? Di vî şerê ku ji bo desthilatî û rantê tê kirin de haya her du aliyan jî ji hev heye, çima me dixin nava şerê xwe. Em li hemberî fikra we her duyan in."
Di komcivîna partiya xwe de Demîrtaş bal kişand ser niqaşên dersxaneyan û wiha dewam kir:"MGK bi xwe li dijî hiqûq û wîjdanê ye. MGKyê heta niha biryarên wisa dan ku xwîna mirov disekine. Gund şewitandin, biryarên kuştinên kiryar nediyar û îşkenceyê dan. We dît gelo heta niha tu kesî wan biryarên ku hatine dayîn diyar û yan jî rexne kirin. MGKa ji ber ku di bin kontrola wan de ye tû îtiraz nedikirin. Kanê em bi derbeyê re dihatin rû hev? MGK lijneya derbeyê ye. Li vî welatî hemû tiştên nehiqûqî yên ku tên xeberdan, biryara wan di lijneya MGKê de tê dayîn. Em nizanin li vê derê çi biryar tên dayîn, bi tenê dema ku ji baholêkê belge bên belavkirin em hîn dibin. Tu îtiraz li MGKê nakin. MGKê di 2009an de ji bo ku li ser Partiya Demokratîk a Civakê kirdarî bên sepandin biryar dabû. Di dema vê biryar dayînê de gelo endamên MGKê kî bûn û yên ku sepandin kî bûn. Kesên ku îro ji biryarên MGKê gilîdar in ev biryar sepandin. AKP û cimaetê dest dan hevdu û van biryar sepandin. Ez ê wek serokwezîr nebêjim 'ûlen' lê dema ku ev biryar dihatin dayîn hûn hemû li wê derê bûn."
Demîrtaş diyar kir ku ji ber propagandayên ne rast gelek neheqî li wan hat kirin û ceza dan wan û wiha dewam kir: "Ew kesên ku dibêjin ola me Îslam e û em li gor wê tevdigerin bila bizanibin ku di dînê me de cihê heqaret û derewê tuneye."
-"Gelo ne şerm e?"
Di kongreya civanên BDPê de Demîrtaş gotibû "Dersxane tên girtin û hûn demildest cihê wan tije bikin."
Demîrtaş axaftina xwe ya di kongreyê de bi bîr xist û destnîşan kir ku xeberdana wî hatiye tewişandin û wiha got: "Piçek wîjdan. Heke me ji bo perwerdehiyê talîmat dabe me tiştekî xelet kiriye gelo. Her hal hin kes dixwazin ku em ji xortan re bibêjin derkevin serê çiya. Ji ber ku ev gotin ji me nebihîsin pê dilnexweş dibin. Bi van weşanên xwe yên ku dixwazin dersxaneyan biparêzin dîsa heqaretê li xort û zarokên kurd dikin. Dibêjin heke dersxane tunebûna ne diyarbû ku ew ê bibin çi. Gelo ne şerm e ku nûnerên çandeke bi hezar salan dibêjin bi saya van dersxaneyan xilas dibin. Xortên ku naçin dersxaneyan dibin hov û mirovxwer. Gelo ev ne şer me."
Demîrtaş diyar kir ku di ser bûyera Ûlûdereyê re 100 hefte borîne lê ew kesê ku biryara lêxistinê daye hêj jî nehatiye darizandin.