Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû li paytexta Washîngtona DYAyê pêwendiyên xwe didomîne. Kiliçdaroglû li Kongreyê hin hevdîtin pêk anîn.
Kiliçdaroglû pêşî bi Serokê Komarparêz ê Meclisa Temsîlkarên DYAyê Erîc Cantor re hevdîtin kir. Hevdîtin li ofîsa Cantorê pêk hat û Serokê Komîteya Karên Derve yê Meclisa Temsîlkaran Ed Royce û Alîkarên Serokê Giştî yên CHPyê Farûk Logoglû û Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Kiliçdaroglû paşê bi Hevserokên Koma Dostên Tirkiyeyê yên Meclisa Temsîlkaran re û bi parlamenterê Partiya Komarparêz a Kentuckyê Ed Whîtfîeld û parlamenterê Partiya Demokrat a Tenneseeyê Steve Cohen re jî hevdîtinan pêk anîn.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglû di nav rojê de serdana Yekîtiya Amerîkayê ya Tirkî jî kiribû.