Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş wiha got: "Em naxwazin ku li tu derê çalakiyên provokatîf çêbibin û em dixwazin xebateke wisa bikin ku her kes bi îradeya xwe ya azad bikaribe biçe ser sandoqê."
Demirtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Diyarbekirê çû serdana Kongreya Civakî ya Demokratîk.
Demirtaş beriya serdanê daxuyanî da rojnamegeran û got ku armanca wan ew ku di nav hizûrê de xebata hilbijartinê bi rê ve bibin.
Demirtaş li ser pirsa pevçûna Agiriyê wiha axivî:
"Dibêjin ku PKKyî bi çekên xwe peyayî gund bûne û ji ber vê çendê pevçûn derketiye. Ev derew e bila xwe nespêrin vê derewê. Provokasyona AKPê pûç bû, gel vê gavê baş dizane ku kê li peyê provokasyonê ye. AKP bixwe kete defika xwe. Meseleya Agiriyê ji vê pêk tê."
Demirtaş got îdia dikin ku PKK bi zora çekê ji HDPê re rey berhev dike, lê ev ne rast e û wiha dewam kir: "Ji binî ve derew e, rêjeya reyên me yên gund û bajarokan ji rêjeya reyên bajaran pir kêmtir e. Heke mirovan bi zora PKKê rey bida HDPê, rêjeya reyên me yên li wê derê, wê zêdetir bûya."
Demirtaş wiha dewam kir:
"Dixwazin ku PKK tam vekişe ku derê? Kesên ku vê yekê dibêjin, divê rêyekê jî nîşan bidin. Heke ku dibêjin bila derkevin derveyî sînor, wê ji kîjan rêyê re, di ku derê re û li gor kîjan zagonê biçin. Bila vê jî bêjin. Jixwe li serê çiyê ne. Li cihê herî bilind in. Heke tu nebêjî îllim ez ê bi wan re şer bikim û dewlet li gor agirbestê tevbigere, tu pevçûn dernakevin. Înşallah pozê kesî jî xwîn nabe."
Demirtaş li ser biryara Parlementoya Ewropayê ya li ser bûyerên 1915an û gotinên Papa Francîscûs yên li ser êrmeniyan jî sekinî.
Demirtaş got, "Divê hikûmet ji bo hemû bûyerên berê lêkolîna heqîqetan bike da ku li ser vê mijarê bisekine" û wiha dewam kir:
"Papa tiştekê dibêje, li vê derê wek zarokan bertek nîşan didin. PE biryarekê dide, ew wek zarokan bertek nîşan didin. Hûn dibêjin qey kreş e. Weke ku rêvebiriya dewletê nakin û diçin wek zarokên ku di kreşê de dixwînin refleksan nîşan didin. Ka rastiya êrmeniyan ji civakê re bibêjin lewra ev mijar hê li Tirkiyeyê nehatiye nîqaşkirin û hê bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin."