MANİSA
Arinç li Ortakoyê beşdarî fitara Wîlayeta Manîsayê bû û der barê Sûriyê û Misrê de axivî û qala birêvebiriya herêmî û hilbijartina serokomariyê kir.
Arinç xwest ku di vê meha pîroz de ji Sûriyî û Misrê re dua bikin û wiha pê de çû: "Duayên berî vekirina rojiyê meqbûl in. Yek jî ew duayên ku li pey bawermendan tên kirin meqbûl in. Heke em ji bo misilmanên li Misrê dua bikin, ev teqez dê meqbûl be. Dê xwedê bersivekê bide. Divê em bi devên bêguneh ji hev re dua bikin. Tişta ku em ji bo xwe bikin heke em ji bo hevalên xwe jî bikin ev mûheqeq tê qebûlkirin. Di ber duayên xwe re em ê destekeke siyasî jî bidin gelê Misrê. Em li gel miletê Misrê yê mezlûm û mexdûr in. Li hember derbekaran û xwînrijan li Misir û Sûriyê em li gel miletê Misrê ne. Em ê bibin alîkarê wan. Li wir ji ber ku careke din birêvebiriyeke demokaratîk saz bibe, ji hêla sîyasî ve çi ji destê me bê, em ê bikin. Li ku derê dinê xerabî, neheqî û gelşeyek hebe Tirkiye dê her gav li cem mexdûrên li wir be. Ji Somaliyê heya Haîtiyê, ji Endonezyayê heya welatên din, gava ku erdehejek, tsûnamiyeke mezin çêbe Tirkiye demildest alîkariya xwe dide li wir."
Arinç der barê birêvebiriyên herêmî û hilbijartina serokomariyê de jî axivî.
Arınç bi bîr xist ku sala bê meha adarê hilbijartinên herêmî dê dest pê bike û di dawiya meha hezîranê de jî dê hilbijartina serokomariyê bê çêkirin. Bulent Arınç wiha pê de çû: "Cara yekem dê li Tirkiyê bi rayên welatiyan Serokomarê me bê hilbijartin. Xwedê bike qismet, sala bê di meha hezîranê de Tirkiye dê bikeve nav hilbijartinên serokomariyê. Ev jî rêz û hurmeta ku li gel tê girtin dide nîşan. Berê serokomarê me bi rêya parlamentoyê dihat hilbijartin, lê êdî gelê me dê hilbijêre. Xwedê hez bike em ê vê hilbijartinê jî bi serkeftî bi encam bikin."