ERBİL
Semagerên tirk bi munesebeta meha remezanê li bajarê Erbîlê rapêşiyan li dar dixin û gelê Erbîlê bi eleqeyeke mezin li van rêpeşan temaşe dike.
Li navenda dan û standina Erbîlê ya herî mezin di çarçevoya çalakiyên remezanê de rapêşiyên semagerên tirk bi eleqeyeke mezin tê temaşekirin. Midûrê navenda dan û standinê yê gişti Eren Eriş, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got: "Çalakiyên bi munasebeta remezanê tên çêkirin, divê hin peyamên civakî bihundurînin. Me xwest ku çalakiyeke li gor ruhê remezanê be û mirov tiştên xweş derxin holê. Koma ku ji 6 kesan pêk tê, ji Tirkiyeyê hatine, bi ilahiyên tirkî, kurdî û erebî rapêşiyên xwe dikin.
Eriş axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Cihên wek Erbîlê rapeşên wiha berê mirov nikaribû li dar bixista. Ez ne şaş bim, rapêşiya sema heta îro zindî nehate lidarxistin. Ev mirov rapêşiyên wiha encax di televizyonan de temaşa dikirin. Me sema zindi pêşkêş kir û bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Gava ku rapêşana semageriyê dest pê dike, kesên ku dan û standinê dikin, karên xwe berdidin û lê temaşe dikin. İlahiyên ku tên xwendin yên li Hezretî Mûhammed in û bala mirovan zêde dikêşe."