TBMM
Cîgirseroka Koma HDPê Pervîn Buldanê got ku wan bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin kir.
Buldanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev hevdîtineke rûtîn bû û wiha dewam kir: "Me bi Alîkarê Serokwezîr Akdogan re hevdîtin kir. Me der heqê lijneya çavdêr de fikrên xwe gotê. Lê çûyîna wan a girava Îmraliyê hê ne diyar e. Dawiya hefteyê em ê herin, me ev teqez kir."