23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim bi parlementerên partiya xwe yên heyamên 22yemîn, 23yemîn, 24emîn û 25emîn re di fitara ku li otêlekî hat lidarxistin de hat bal hev.
Serokwezîr Yildirim piştî fitarê axivî û got ku "Em ê vê mijara terorê çareser bikin, em ê birînên li herêmê jî bicebirînin, em ê herêman jî bikin wekî navendekî dewlemendiyê. Lê dê roj bê ew ew welatên ku me dost dizaniyan ên ku piştgirî didan van taşersonan dê şerm bikin ku li rûyê me binêrin. Em ê bînin wê halê."
Yildirim wiha axivî: "Divê Yekîtiya Ewropayê vê bizane, ji serxwebûn û yekîtiya axa Tirkiyeyê girîngtir tu tişt tune, endamtiya Yekîtiya Ewropayê jî di nav vê de ye."