ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Heke hûn bibêjin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tuneye, lê ev nivîsên ku hûn dinivîsin, ev heqaretên ku hûn dikin, ev weşana televîzyonê, ev karguzariya ku hûn dikin çi ye."
Arinç li hêwana konferansa Anadolu Agencyê (AA) beşdarî merasima îmzeyê ya peymana kar a komî ya di navbera AAyê û Medya-Îşê de hat îmzekirin bû.
Arinç li vir axivî û di axaftina xwe de kesên ku dibêjin "li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê teneye" rexne kir û wiha axivî:
"Heke hûn bibêjin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tuneye, lê ev nivîsên ku hûn dinivîsin, ev heqaretên ku hûn dikin, ev weşana televîzyonê, ev karguzariya ku hûn dikin çi ye. Hûn her tiştî dibêjin, her tiştî dinivîsin, her îftirayê diavêjin, her heqaretê dikin. Lê weke ku tê zanîn rexne tiştekî din e, heqaret û weşana derexlaqî tiştekî din e."
Arinç qala kar û barê rojnamegeriyê kir û wiha peyivî: "Gelo kesekî ku ji ber pîşe û çalakiyên rojnamegeriyê mehkûm bûye heye? Na tuneye. Yek dikare nûçe çêbike, pirtûkê binivîse, karîkaturê çêbike, raporê derbixe, jixwe xebatên rojnamegeriyê ev in."
Arinç got ku hin kes dibêjin rojnamegerên girtî hene, hejmara van girtiyan herî zêde 69 kes e û ji van 59 kes di çarçoveya Zagona Têkoşînê ya Terorê (ZTT) de girtî ne, hinek ji van mehkûm in û hinek ji van jî tên darizandin.
"Heke ku pêvajoya çareseriyê serkeftî dewam bike, em ê vê zagonê biavêjin sergoyê"
Arinç destnîşan kir ku ji bo hin kes bên berdan pêşniyaza rakirina Zagonê ya Têkoşînê bi Terorê re tê kirin û wiha dewam ki: "Ev 30-35 sal e ku li vî welatî têkoşîna terorê didome. Heke ku pêvajoya çareseriya ya ku em jê hêvîdar in serkeftî bidome, em ê vê zagonê biavêjin sergoyê. Lê der barê pêvajoyê de hê fikar heye. Tirs heye ku teror cardin dest pê bike."