Türkan Tosun
01 Nîsan 2019•Rojanekirin: 02 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Venezuelayê Juan Arreaza li Enqereyê hatin bal hevdu.
Çavuşoglu û Arreaza civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin û der barê naveroka hevdîtinê da agahî dan.
Wezîr Çavuşoglu der barê hilbijartinên herêmî da wiha got: "Di vê hilbijartinê da gelê me ray da beqa û îstiqrara welatê me, partiya me bi ferqeke mezin bi ser ket."

- "Emê piştgiriya ji bo Venezuelayê bidomînin"
Çavuşoglu der barê rewşa li Venezuelayê û piştgiriya Tirkiyeyê da wiha axivî: "Rewşeke neyinî ya li Venezuelayê dikare tesîrê li hemû Amerîkaya Latîn, heta Karayîban jî bike. Bi piştgiriyê va em wisa difikirin Venezuela wê van rojên nebaş li paş xwe bihêle. Vê hevkariya xwe bi hemû welatan ra didomîne. Emê bi hevkariya xwe ya bi Venezuelayê ra bidomînin. Emê piştgiriya ji bo Venezuelayê bidomînin. Em li cem gelê Venezuelayê ne. Em Birêz Maduro jî wek serokê meşrû yê Venezuelayê dibînin."
Wezîr Çavuşoglu got di ziyareta Amerîkayê ya ku wê îro dest pê bike da ewê bi Wezîrê Karên Derva Mîke Pompeo û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton ra hevdîtinê bike.
- Arreaza: "Tirkiyeyê dostanî nîşanî me da"
Wezîrê Karên Derva yê Venezuelayê Jorge Arreaza jî anî ziman ew ji ber ku li Enqereyê ye kêfxweş e û ji bo hilbijartinê hêvî û daxwazên baş ji gelê Tirkiyeyê ra xwest.
Arreaza behsa têkiliya Venezuelayê û Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Di heyamên zehmet ên Venezuelayê da Tirkiyeyê bi serokariya Recep Tayyîp Erdogan dostanî nîşanî me da."