Önder Beyter
01 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Nîsan 2019
Namzedê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê yê AK Partiyê Binali Yildirim: Bêşik Lijneya Bilind a Hilbijartinê mezbeteyê bide kê, ew ê bibe serok
"Em dizanin pîroz bikin, lê pêvajo dewam dike."
"Namzedê reqîb ji 25 hezaran zêdetir ray hildaye xuya dike."
"Ji ferqa navberê 10 qat zêdetir betalkirin hene."
31 hezar û 136 sandoq hene. Ji her sandoqê ger rayek xelet hatibe qeydkirin ev dike 31 hezar û 136 ku ev jî ji ferqa di navberê da zêdetir e
"Stenboliyan gotina xwe gotin. Ray daye, nedaye ez spasiya hemşehriyên xwe yên ji Stenbolê dikim."
"Teqdîra gelê Stenbolê ye. Yên ku deng dan Stenbolî ne. Teqdîra wan li ser ser û çavê me ye."
"Min di tevahiya jiyana xwe da xîret kir ku karên wiha bikim ku kêrî gelê min were. Ji niha şûnda jî ciyê min ku dibe bira bibe, ez ê bi heman şêweyî di xizmeta gel û miletê xwe da bim."