Türkan Tosun
24 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya ku bi biryara Lijneya Hilbijartina Bilind (LHB) hat dubarekirin da li gor encamên nefermî namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 741 hezar û 868 ray, namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim jî 3 milyon û 935 hezar û 453 ray hilda.
Zebtên pevgihandî yên encamên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li ser panoya Midûriya Hilbijartina Bajêr a Stenbolê hatin daliqandin.
Li gor vê di hilbijartinê da ji 10 milyon û 570 hezar û 354 hilbijêran jê 8 milyon û 925 hezar û 63 kes çûn li ser sandiqan û ray dan.
Ji van rayan jê 8 milyon û 746 hezar û 464 hatin qebûlkirin, 178 hezar û 599 ray jî hatin betalkirin.
Li gor encamên nefermî namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 741 hezar û 868 ray ên ku teqabûlê ji sedî 54,21ê rayên hatine qebûlkirin tê, namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim jî 3 milyon û 935 hezar û 453 ray ên ku teqabûlê ji sedî 44,99 rayên hatine qebûlkirin tên hilda.
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Partiya Saadetê Necdet Gokçinar 47 hezar û 829, namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Partiya Vatanê Mustafa Îlker Yucel jî 14 hezar û 545 ray hildan.