14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2016
ISTANBUL
Li Sultangaziya navçeya Sitenbolê bi piştevaniya helîkopterê operason li dijî rêxistina terorê hat lidarxistin.
Tîmên Midûriya Şaxa Dijeterorê yên Midûriya Ewlekariya Sitenbolê, bi piştevaniya tevgera taybet, hêza çevîk û helîkopterê, li dijî çend navnîşanekê Sultangaziyê bi hevwextî operasyon li dar xist.
Tîmên polêsan li van navnîşanan gelek gumanbar binçav kirin. Di dema operasyonê da hêza çevîk li derdorê tedbîr sitend û helîkopterê jî ji jor va kordînasyon kir.
Gumanbar piştî kontrola tendirustiyê birin bingeha ewlekariyê ya li caddeya Vatanê.