05 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Hat tespîtkirin ku endamê PKKya rêxistina terorê ya ku li Otogara Haremê ya Stenbolê bi nasnameya sexte hat girtin ew kes e ku bombeya ku di êrîşa li Sîlvana navçeya Diyarbekirê ya ku bû sedemê mirina Ahmet Kabukçuyê Midûrê Şûbeya Herekata Taybet û 2 polêsan û birîndarbûna 2 polêsan de hatibû bikaranîn, çêkiriye.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê tespît kirin ku ew kesên ku di otobêsa ku ji Diyarbekirê hat Otogara Haremê de hat binçavkirin û nasnameya sexte ya bi navê Diyar Doganay bi kar tîne Y.A ye.
Gumanbar birin Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê û hat tespîtkirin ku gumanbar endamê PKKya rêxistina terorê ye û ji 11 sûcan lê digerin.
Dan zanîn ku gumanbarê ku şûna tiliyên wî hat sitandin ew kesê bombeya ku li rê hatibû veşartin û di 15ê kanûna paşîn a 2015an de nêzî Gundê Oguzalpê Sîlvana navçeya Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîtên bi zirx de hat teqandin, çêkiriye. Di êrîşa bibombe ya navborî de Midûrê Şûbeya Herekata Taybet Ahmet Kabukçu û polês Mustafa Nohut û Nurî Yazanel şehîd ketibûn û 2 polêsên di wesayîtê de jî birîndar bibûn.
Her wiha hat ragihandin ku gumanbar li Sûra navçeya Diyarbekirê jî mekanîzmayên bombeyê amade kiriye.
Li ewlehiyê miameleyên bersûc berdewam dikin û tê îdiakirin ku bersûc ji bo ku li Stenbolê amadehiya çalakiyeke sansasyonel bike hatiye bajêr.