ANKARA
Lijneya Disiplînê ya Navendî ya MHPyê biryar da ku Parlamenterê Enqereyê Tugrul Turkeş ji partiyê were îxrackirin.
Piştî ku Turkeş teklifa Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ji bo wezîrtiyê qebûl kir, MHPyê di 26ê tebaxê da Turkeş sewqî Lijneya Disiplînê ya Navendî kiribû.
Rayedarên partiyê destnîşan kirin ku piştî teblîxatê Turkeş di nav hefteyekê da parastina xwe ya nivîskî û devkî nekir, ji ber vê jî Lijneya Disiplînê ya Navendî ya MHPyê di civîna xwe ya îro da biryar da ku Parlamenterê Enqereyê Tugrul Turkeş ji partiyê were îxrackirin.
Alîkarê Serokwezîr Turkeş di civîna çapemeniyê ya duh da wiha gotibû: "Ez endamê MHPyê me, di hikûmeta hilbijartinê da be jî min partiya xwe anî îqtidarê. Kes nikare ji ber vê min ji partiya min biavêje. Heger avêtina min çêbe jî divê cimaet û civata ulkuperastan vê biryarê bide."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî desnîşan kiribû ku gotinên Tugrul Turkeş ên ku dibêje "Min partiya xwe anî îqtidarê" nayê qebûlkirin û bi Turkeş jî nakeve.