10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonî Donald Trumpê ku wek Serokê 45emîn ê DYAyê hat hilbijartin kir û ew pîroz kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin Serokomar Erdogan ji ber ku hilbijartina serokatiya ya DYAyê qezenc kir Trump pîroz kir û di peywira wî de ji bo wî serkeftin xwest.
Erdogan bal kişand ku Tirkiye û DYAyê du mitefîkên ku di bingeha rêzgirtina dualî, berjewendiyên mişterek û nirxên hevapr de digihêjine hev in û got wisa bawer dike ku dê di pêvajoya pêşiya me de têkiliyên dualî bi hev re bêtir xurt bibin.
Di axaftina ser telefonê ya ku samîmî hat kirin de Erdogan û Trump di hevdîtinê de digel bêtir pêşxistina têkiliyên dualî di serî de têkoşîna dijî terorê biryardariyên xwe yên di hevkariya di mijarên herêmî û navneteweyî de destnîşan kirin.