ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan beşdarî Ulke TVyê bû pirsên li ser rojevê bersivandin.
Akdogan li ser pirsa êrîşa bibombe ya li Somaliyê got ku: "Em vê bûyerê lenet dikin."
Akdogan li ser armanca êrîşê, kiryarên wê û giringiya ronîkirina bûyerê sekinî û wiha got: "Em ji niha ve bibêjin ku ev êrîş li dijî Tirkiyeyê hat kirin, dibe ku ev qinyaet şaş be. Divê meriv bûyerê tam fêm bike."
Akdogan li ser bûyerên Cizîrê got ku Pêvajoya Çareseriyê û pêvajoyên berê yên demokratîk rastî gelek sabotajan hat û wiha dewam kir: "Xwestin ku bûyerên li Cizîrê bibe wek bûyerên Kobanê. Hesab hatin kirin ku bi van bûyeran zirarê bidin pêvajoyê. Me dît ku li vê derê hêzên tarî û yên niyeta wan xerab ketin dewrê. Provakasyon hatin kirin. Hatin tahrîkkirin. Der heqê van de lêpirsîn tên kirin. Lê ev 4-5 roj in weke berê nîne, hinkî sikûnet çêbûye. Vê gavê li herêmê tiştek tuneye."
Akdogan got ku li herêmê dibe ku hin kes li peyê provokasyon û tahrîkê bin û wiha axivî:
"Lê li holê rêxistinek heye. Hin der û dor bi vê re têkildar in, wan ev kar kirin ango yên ku xendeq kolan diyar in. Provokatoran nehat xendeq nekolan. Zihniyeta ku zarokan derdixe kuçeyan û molotofan dide destê wan jî diyar e. Dewlet xwediyê hêz û qudretê ye ku li vê derê ewlehiyê peyda bike. Lê ya girîn ew ku ev rêxistinên ku aliyên wan ên siyasî jî hene, ji van tahrîkan dûr bikeve, mirovên xwe ji kuçeyan bikşîne, ji van bûyeran re meydanê çêneke. Em jî bangî van siyasiyan dikin, ev jî pir normal e. Di vê çarçoveyê de gelek caran hewl hatin dayîn ku bûyer rawestin. Peyama Ocalan hat xwendin. Dotira rojê li zarokekî dan. Qendîlê beriya wê daxuyaniyek dabû, ser ûçavên xwe nepêçin, molotofan nevêjin... Dotira rojê hin bûyerên din derketin. Gotin û daxuyanî neçûn pêş. Hêzên tarî ji bo ku van gotinan pûç bikin, ev kar kirin."
"Em bi biryardarî hewl didin ku encamekê bistînin"
Akdogan li ser pirsa "ji ber ku hilbijartin nêz bû, gelo Pêvajoya Çareseriyê wê bixitime an na?" jî bersiv da:
"Hikûmet bi niyeteke baş bi awayekî semîmî hewl dide ku ji vê pirsgirêka kronîk bifilite. Li vê derê îradeyeke tam heye, ev mijar li hemû saziyên dewletê de tê axaftin û nîqaşkirin û bûye polîtîkaya dewletê. Îradeya Serokomar tam e. Îradeya Serokwezîr û hikûmetê tam e. Îradeya AK Partiyê tam e. Em bi biryardarî hewl didin ku encamekê ji pêvajoyê bistînin. Lê ev pêvajoyên wisa pir hêsan nînin. Meseleya salan di rojekê de çareser nabin. Dînamîkên pir cuda dikarin bikevin dewrê. Li vir ya girîng ew e ku pêşiya bûyerên asayîşê xerab dikin were girtin û divê piştgirîyê jî nedin van bûyeran. Her wiha ya girîng ew e ku destûr ji gotin û kirinên zirarê didin re neyê dayîn."
Akdogan got ku Pêvajoya Çareseriyê girêdayî hilbijartinê nîne, divê pêvajoyê qurbana polemîkên siyasî an jî hesabên hilbijartinê nekin, divê her kes mil bide hev û pêvajoyê bidomîne.