ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ATO Congresîumê di civîna "Şûraya 4emîn a Esnaf û Pîşeyan" de axivî.
Erdogan got ku esnaf û pîşesaz di bûyerên terorê de gelekî bedel dane û xeracstendin, xepeng girtin, feqîrî û koçkirin li ser aboriyê bandoreke nebaş kiriye.
Serokwezîr Erdogan got ku pêvajoya çareseriyê ya ku ev sal û nîveke li dijî hemû sabotajan dîsa jî dewam dike, qasî dê û bavan bûye heviya esnaf û pîşesazan jî.
Erdogan destnîşan kir ku ev hikûmet piştgiriyê dide esnafan ku kargehên wan ên hatine şewitandin, hilweşandin û paceyên wan hatine şikestandin ji nû ve bên avakirin.
Erdogan bal kişande ser bûyerên 6 û 7ê cotmehê yên Kobanêyê û wiha got:
"Li dijî van bûyeran esnaf û pîşesaz vê pêvajoyê diparêzin. Lewra her çiqas kurd, ereb û tirk nijadên cuda bin jî, ew exî û bira ne. Ew ê hiqûq û exlaqê exîtiyê biparêzin û lîstika terorê wê xirab bikin."
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Der barê pêvajoya çareseriyê de guh nedin xeyb, gotegot û derewan, baweriya xwe pê neynin. Çarçove û sînorê vî karî diyar e. Ev ne pêvajoya bazariyê ye, ev ne pêvajoya tawîzê ye, ev tu carî ne pêvajoya dayîn û stendinê ye. Her tim dibêjim, çek wê bên dayîn û mesele çi be bi axaftinê, lihevkirinê û bi siyasetê ve wê bê çareserkirin. Komariya Tirkiyeyê ji bilî vê tu carî destûr û derfetê nade rê û rêbazên din."
"Bi Kobanêyê ve qaşo dixwazin şova wîcdanê bikin"
Serokwezîr Erdogan got ne gefxwarina terorê, ne gefxwarina serûbinokirina kuçe û kolanan, ne jî bi awayekî hovane kuştina mirovan wê zirarê nede îstiqamet û rêya Tirkiyeyê.