Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Em ê pêvajoya çareseriyê bi biryardarî bidomînin, lê ji Hekariyê bigrin heta Edirneyê, ji Muglayê bigrin heta Artvînê, li her dera Tirkiyeyê ji bo ku pergala qamûyê zirarê nebîne, em biryardar in ku her cure tevdîran bibînin."
99emîn Civîna Serokên Bajaran ya AK Partiyê salona konferansê ya Navenda Perwerde û Lêkolîna Çandiniyê ya GAPê dest pê kir.
Alîkarên Serokwezîr Numan Kurtulmuş û Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, Alîkarên Serokê AK Partiyê, Parlementerên AK Partiyê yên Rihayê, Şaredarên Bajarên Mezin yên AK Partiyê û serokên bajaran yên AK Partiyê beşdarî civînê bûn.
Davutoglu di civînê de axivî û got ku di xebatên wan de xala sereke rûdanên siyaseta navxweyî û hewildanên demokratîkbûnê ne û piştî avakirina hikûmeta 62yemîn bêyî tawîzdayînê, armanca wan domandina pêvajoya çareseriyê ye. Davutoglu wiha axivî:
"Em ê îro Sirûcê jî ziyaret bikin û li wê derê bi birayên xwe yên ku ji Kobanê hatine re werin bal hev. Ji ber bûyerên 6 û 7ê cotmehê rewşeke nû derket holê. Hin kes li Rojhilat û Başûrê Rojhilat, li bajarên me yên mezin ji bo ku atmosfera demokratîk a Tirkiyeyê xerab bikin, wandalîzm û şidet derxistin. Em li gor exlaqê dewletê tevgeriyan û li hemberî van bi aqlê selîm tevgeriyan û me her tim wiha got; Pêvajoya çareseriyê alternatîfa pergala qamûyê nîne, heta pergala qamûyê çênebe, pêvajoya çareseriyê nakeve rewacê. Ji ber vê çendê me di nav vê mehê de di warê pirsgirêkên sosyal û siyasal de sê reformên girîng çêkir. Ya yekê Reforma Ewlehiya Navxweyî û parastina azadiyan e. Me vê heftê roja duşemê sewqî TBMMê kir."
Serokwezîr Davutoglu ragihand, ji bo ku di mafê civîn û xwepêşandanan de îstismar derneyên, wan verastkirinên nû anîn û ev verastkirin jî wê di demeke kurt de di TBMMê de hevdîtin li ser bên kirin û biryar wê bê dayîn.
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Hin kes dewleta ku bi zêhniyeta milet bike mirov tevdigere dipejirînin, lê em dewleta ku bi zêhniyeta xulamiya milet tevdigere dipejirînin û em ê vê zêhniyetê biparêzin û bi vê zêhniyetê jî dewam bikin. Hin kes li hemberî kesên ku cuda difikirin, fikr û raman û paşeroja wan cuda ye dijminatiyê dikin, lê em ê her tim li hemberî vê dijminatiyê muhebeta xwe bidomînin."