Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vebûna 15emîn Fûara Navneteweyî û rûniştina girtinê ya 18emîn Kongreya Forûma Kar a Navneteweyî (IBF) de axivî.
-"NY trajediya mirovahiyê ya ku li herêmê diqewime tenê temaşe dike"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de li ser bûyerên ku li herêmê diqewimin sekinî û got NY trajediya mirovahiyê ya ku li herêmê diqewime tenê temaşe dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku dawî li trajediya derveyî mirovahiyê ya ku li herêm diqewime, bîne tu pêngavan navêje. Her roj li ber serê YEyê mirov dimirin, mirovahî dimire, kuştin, qetlîam, derbe çêdibin lê YE li hember van bêdeng dimîne. Ez dixwazim vir vê rastiya berbiçav ji we re parve bikim; li gel êrîşên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn Tirkiye jî rastî hin êrîşan hat û xwestin ku Tirkiyeyê bikin bingeha senaryoyên kaosê. Bûyerên li kolanan ên di hezîrana 2013an de, teşebûsa derbeyê ya di meha kanûna pêşîn de, bûyerên ku di cotmeha îsal de qewimîn bûyerên wisa ne ku mirov bi tu awayî nikare bi dînamîkên herêmî şîrove bike. Bi van bûyeran re di heman demê de aboriya Tirkiyeyê xistin hedefa xwe û li dijî aboriyê operasyonên nêrînê hatiye kirin, li dijî îmaja Tirkiyeyê êrîşên gelek bi qesdî dan destpêkirin."
Erdogan destnîşan kir ku mudaxeleya polêsan ya dema ku li Tirkiyeyê şideta li kolanan û vandalîzm dihat kirin rexne dikirin niha jî tevgerên ku li welatên din diqewimin qet naynin rojeva xwe û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Kesên ku li Tirkiyeyê têkoşîna bi terorê re jî rexne dikin, niha jî naxwazin şideta zêde ya li welatên din bibînin. Kesên ew kesên ku polês, leşker û notirvanan dikujin wekî rojnamevanan nîşan didin. Temam lê hûn li dijî tiştên ku li rojava diqewimin çima deng nakin? Li rojava polês kesên bêguneh, zarok û ciwanan dikuje û hûn li hember vê çima bêdeng dimînin? Kesên ku bi awayekî gelekî mafdar li dijî DÎŞIya rêxistina terorê derdikevin, bi sempatî dikarin li PKKya rêxistina terorê binêrin. Kesên ku êrîşê DÎŞIYê dikin ku divê êrîş bikin jî, gelo ev hewldana we ya ji bo meşrûkirina PKKyê ji bo çi ye? Em niha Li welatên Ewropayê vê hewldanê dibînin."