Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker wiha got: "Pirsgirêka kurd ji ber polîtîkayên înkar û redê her daîm birîneke mezin bû. Sedemê wê jî hişmendiya tekane bû ku hetanî sala 1985an dewam kir."
Eker beşdarî Civîna Berfirehkirî ya Serokên AR-GEyê bû ku li otêleke Mêrdînê birêve çû. Eker, di axaftina xwe de diyar kir ku van 30 salên dawiyê teror û şiddet li welat bûye rojeveke sereke.
Eker destnîşan kir ku herêm ne bi xweşiyan, bi êriş, teror û şiddetê tê zanîn. Bi taybetî jî cihên xweş ên Mêrdîn û Diyabekirê nayên bîrê. Ji ber vê yekê jî civînên wiha zehf girîng in.
Wezîr Eker diyar kir ku Mêrdîn, modêleke jiyanê û aştiyê ye. Di nav kuçeyên teng de jî aştî digere. Welatiyên misilman û yên din qîz jî nedane hev lê dîsa eqrebetiyeke civakî di nav wan de heye. Eker bal kişande ser wê yekê ku zarokên misilmanan di hembêza yên ne misilman de hatine sinnetkirin û bi vî awayî kirîvatî derketiye holê.
Wezîr Eker wiha pê de çû:
"Dema ku dest ji pirnetewetiyê berdan û bi tekaniyê girtin pirsgirêkê dest pê kir. Berê kurd, tirk, ereb, çerkez, suryanî, ermenî bi hev re dijiyan û felsefeya dewletê li ser vê hatibû avakirin. Wextê ku ev hat jibîrkirin û îdeolojiyên nûjen dest pê kirin, aştî, aramî, biratî, cîrantî û kirîvatî ji dest çûn. Jixwe milet ji tenzîmatê vir ve li hêviya AK Partiyê û tesewwira wê bû. Di dawiyê de milet partiya xwe ava kir. Ev AK Partî ye. Ne tenê li Tirkiyê, li hemû erda Osmanî bi xweşî hate pêşwazîkirin."
Eker eşkere kir ku li ser Tirkiyê û Rojhilata Navîn her tim senaryoyên belavbûn, cihêbûn, pevçûn û şeran têne nivîsandin lê belê ji bo Ewrûpayê qala projeyên entegrasyonê dikin, bi taybetî jî piştî şerê cîhanê yê 2dan ev proje hatin amadekirin û wiha got:
"Pirsgirêka kurd ji ber polîtîkayên înkar û redê her daîm weke birînekê mezin bû. Ya rastî birîneke xwînî bû. Ev ne birîneke vekirî bû. Loma pir xuya nedikir. Xuyanekirina ji der ve nayê meneya nebûna wî tiştî. Sedemê wê jî hişmendiya tekane bû ku hetanî sala 1985an dewam kir. Nûnerên wê hişmendiya ku ev pirsgirêk derxiste holê hê jî li Meclisê ne. Helbet nikarin bi eşkereyî bêjin ku li dijî aştiyê ne. Lê me bi tawanbarî û tometên nerewa sûcdar dikin û dixwazin pêvajoyê asteng bikin. Carinan jî astengiyan derdixin ber me. Armanca wan bi yekê ew e ku pêvajoya avakirina aştiyê sabote bibe û rê li ber me were girtin.”
Herwiha Eker diyar kir ku li şûna bi zorê dikan werin girtin û xerac werin birrîn, mirov nikare behsa aştiyê bike û wiha axivî: " Li cihê ku ev zext û çewisandin hebe ne mumkin e behsa demokrasî û aştiyê were kirin.
Eker anî ziman ku erişa nêrînên siyasî û rêgirtinên bi zilm û zordariyê ne rast e. Ferqa zihniyeteke wisa ji yên berê tuneye. Evana di rastiyê de bira ne.