ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Yên ku pozê welatiyekî wan xûnî dibe dinyayê radikin pê, li hember Akdenizê bêdeng in ku bûye goristana penaberan û temaşe dikin. DAEŞ merivan serjê dike, xelkê dide ber guleyan, mizgeft, kitêbxane, dibistan û tirbeyan xera dike û medeniyetekê binpê dike, ew tenê ketinê derdê 3-5 welatiyên xwe yên ku tevlî rêxistinê bûne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya bi navê "Di Sala 100emîn da Rihê Çanakkaleyê û Ciwan" ya ku bi destê Genç Memûr-Senê li Salona Sporê ya Ataturk hat çêkirin bû û di bernameyê da axivî.
- "Xortên vî welatî naşibin xortên ku di Geziyê da derketin meydanê"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Xortên vî welatî naşibin xortên ku di Geziyê da derketin meydanê. Xortên vî welatî dernakevin kuçe û kolanan, provokatoriyê nakin û agir bernadin kuçe û kolanan."
- "Dinya li hember zilmê bêdeng e"
Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku jin, zarok û pîr û kal nabêjin û bombe davêjin ser însanên mesûm û wiha dewam kir: "Îsraîl li Xezeyê bombe barand. Hemû dinya li hember zilmê bêdeng e. Li welatê me xortekî ji qata 5an avêtin û pelçiqandin, gelo yên ku van xortan derxistin kuçe û kolanan wê çawa vê bûyerê îzah bikin. Heta em piştevaniya edalet û heq û hiqûqê nekin, em nikarin civakê îfleh bikin."
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku Ewropa û DYAyê deriyên xwe li penaberên ku ji Sûriyeyê revîn ra girtin û wiha peyivî: "Yên ku pozê welatiyekî wan xûnî dibe dinyayê radikin pê, li hember Akdenizê bêdeng in ku bûye goristana penaberan û temaşe dikin. DAEŞ merivan serjê dike, xelkê dide ber guleyan, mizgeft, kitêbxane, dibistan û tirbeyan xera dike û medeniyetekê binpê dike, ew tenê ketinê derdê 3-5 welatiyên xwe yên ku tevlî rêxistinê bûne."
- "Divê NY xwe biguherîne"
Serokomar Erdogan wiha got: "Esed ji xelkê xwe 350 hezar kesî qetil kir û welatekî tevî dîroka wê xera kir, ew hê li Neteweyên Yekbûyî (NY) di Konseya Ewlehiyê da li pey dengeyan ketine. Loma dibêjim dinya ji 5an mezintir e."