ANKARA
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Cevdet Yilmaz pirsên der barê Pîlana Çalakiyên GAPê da bersivand û diyar kir ku berê dema digotin GAP bendav û av dihat bîrê, divê êdî xêncî av û bendavê bernameyeke entegreya berfireh bê bîrê. Yilmaz destnîşan kir ku polîtîkayên herêmî yên teze li ser 5 esasan tên avakirin û wiha pê da çû: "Ya ewil pêşketina aboriyê ye, ya dudan pêşketina civakî ye, ya sêyan avakirina bingehê ye, ya çaran avakirina bajaran e, ya pêncan pêşxistina kapasîteya saziyan e."
Yilmaz diyar kir ku Pîlana Çalakiyên GAPê ya teze zêdetir entegre ye, navenda wî mirov in, bernameyeke berfireh e û wiha got: "Hin kes dibêjin ku 'yê kînga xilas bibe'. Ez jî ji wan ra dibêjim ''tu carî xilas nabe.' Bira xilas jî nebe, çima xilas bibe... Li Tirkiyeyê jî xilas nabe, li herêmê jî xilas nabe. Dema ku em xwe bigihînin armanca xwe em ê ji xwe ra armanceke din kifş bikin û di rêya xwe da bimeşin."
Yilmaz got difikirin ku 600 hektar erazî dîsa tevlî rastên ku tên avdan bikin, piraneya kanalên bingeh ên ku ji bendavê avê bibin zeviyan temam bûn, xebatên kanalên di nav zeviyan da dewam dikin.
Wezîr Yilmaz diyar kir ku di van 5 salên dawiyê da 500 hezar kesên di herêma GAPê da îstixdam kirin, bi temambûna projeyê va ew ê milyonek û 200 hezar kesên teze jî bên îstixdamkirin.
Yilmaz destnîşan kir ku êdî hejmara kesên ku koç dikin kêm dibe, ew ê pêşiyê li koçkirinê bibirin û yên ku koç kirine jî bizvirin cî û warên xwe.