14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Ji ber ku gelê me lîstikê dibîne, xwedî li aboriya xwe derdikeve ku wê wekî perçeyekî girîng ê îstiqlal û îstiqbala xwe qebûl dike."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina avahiya xizmetê ya nû û Bernameya Salvegera Damezrandina Borsa Stenbolê da axivî.
Erdogan diyar kir ku divê em di çareserkirina pirsgirên aboriyê da bi biryar û bilez bin û wiha got: "Eşkere ye ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê yên îroyîn û gavên ku divê bên avêtin da em bi biryar û bilez bin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê Tirkiye di demeke kurt da ji tengasiyê derkeve û got: "Ez ji dil bawer dikim ku aboriya Tirkiyeyê ya ku ji gelek îmtihanên zor bi serkeftî derbas bibû ew ê di demeke kin da ji van tengasiyan jî derbas bibe."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Ez ji vê derê bi eşkereyî dibêjim. Milet û dewleta me ew ê tu kesê ku di van rojên zor da piştgiriyê didin welatê me ji bîr nekin, ev wefayeke wisa ye ku bi pere û pul va qîmeta wê nayê pîvan. Ez ji vê derê carekê dîsa ji bo hereketê bangî kesên ku ji milet û welatê xwe hez dikin, dikim. Ji bo zêdekirin û domandina kar, veberhênan, siparîş, îstixdamê, hilberîn û ticareta me çi lazim dike dibê em bikin. Em dibînin ku veberhênerên navneteweyî dîsa berê xwe didin welatê me."
Erdogan destnîşan kir ku gelê xwedî li aboriya xwe derdikeve û wiha peyivî: "Kesên ku dixwazin bi her awayî Tirkiyeyê mihtacî derva bikin, tu wextê xwe ji welatê me nekişandine. Ji sala 2003yan vir va car caran hewlên wiha çêbûn. Ji ser kurên dowîzê, borsa û faîzan xwestin welatê me ber bi qeyranê va kaş bikin. Ji bo projeyên me yên mezin asteng bikin, kredî giran kirin û her rê ceribandin. Divê her kes vê bizanibe ku Tirkiyeya berê êdî tuneye. Reqam û hecma aboriya Tirkiyeyê mezin bû. Digel vê êrîşên li dijî aboriya welatê me nesekinîne. Ji ber ku gelê me vê dibîne, xwedî li aboriya xwe ya ku perçeyê îstiqlal û îstiqbalê ye derdikeve."
Erdogan diyar kir ku ev demek e kurên dowîzêwekî çek tên bikaranîn û wiha got: "Em çiqasî li ber xwe didin ew hê êrîşî me dikin. Ev demek e kurên dowîzê li dijî me wekî çek bi kar tînin. Lê bila bizanin ku em ne bê alternatîf in. Em dixebitin û veberhênê dikin."
Serokomar Erdogan der barê pêşniyaza guherandina destûra bingehîn da wiha got: "Wexta ku guherandina destûra bingehîn ya ku li Meclisê tê axaftin bikeve rewacê, wê li welatê me tesîra dopîngê bike. Bi îzn û qeweta Xwedê wê kes nikaribe li ber bihêzbûn û avakirina Tirkiyeya Nû bisekine."
Erdogan destnîşan kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi karsazên ku rîskê hildin heye û wiha got: "Hewcedariya Tirkiyeyê îro bi karsaz û veberhênerên ku bi xwe bawer in û amade ne ku ji bo vê rîskê hildin heye. Min wan pêlan dîsa gotibû. Vî karî derengî nexin, veberhênana xwe bikin, bi xwe bawer bin, bi welatê xwe bi bawer bin. Li vî welatî îstiqrar heye, pêewlebûn heye. Van herdu têgehên bi sêhr ji bîr nekin û îhmal nekin. Lê belê ez nika carekêdîsa dibêjim. Dibêjim ku rîskê hildin. Ku rîskê hilnedin ev kara birêva naçe."
Serokomar Erdogan der heqê teklîfa guherandina qanûna bingehîn da wiha xeberda: "Parlemento nika metnekî ku ew ê here ber destê gel amade dike. Rewş ev e. Biryara dawîn gelê bide. Îradeya neteweyî di vir da zehf girîng e. Nika nêrîneke ku îradeya gel naecibîne û wek tiştekî nahesibîne heye. Hêvî dikim ku îro êvarê, sibê êvarê bê xilaskirin û derbasî tura 2yan bibin û ji vir jî rê li ber vebe ku here ber destê gel."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha peyivî: "Kesên ku bi 2 milyon dolaran tên Tirkiyeyê an jî bi 2 milyon dolaran veberhênan li Tirkiyeyê bikin, em ê welatîbûna Tirkiyeyê bidin wan. Ev pêngavên girîng in. Rîska vî tiştî jî heye. Çima? Hin kes dijî vê ne. Lê derdê me tiştekî din e. Çi ye? Em hez dikin sermayeya dinyayê bi mantiqê welatîbûna dinyayê bînim vê derê. Lazim e em vê pêngavê biavêjin."