27 Sibat 2016•Rojanekirin: 27 Sibat 2016
BÎNGOL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu hevdîtinên budçeyê yên ku duh li Meclisê hatin kirin bibîr xist û got: " Mêze bikin do ji hevdu ra tu tişnek negotin. CHPya bi hişmendiya partiya tekane ji yên din ra tu tiştek negot. MHPya ku nikare were rojhilat û başûrê rojhilatê selamekê bide ji yên din ra tu tiştek negot. HDPya berdevka rêxistina terorê ji yên din ra tu tiştek negot. Gişk bûne yek û êrîşî me kirin. Hodrîmeydan kî derdikeve pêşiya me bira derkeve, hezkî yekoyeko hezkî gişk bi hevdu ra, em li vê derê ne. Em Tirkiye ne, rojhilat in, rojava ne, bakur in û başûr in. Li bajarên xwe, li meydanan û li ser piya ne. Lewra ciwanên tirkmen jî bi me ra ne, ciwanên zaza jî bi me ra ne, ciwanên kurmanc jî bi me ra ne."
Serokwezîr Davutoglu: "Ew kesên ku hêviyê ji terorê dikin û tiliya xwe ji ser tetikê ranakin wê îflah nebin. Niha gefê dixwin û gotine 'me berê li Cizîr, Sûr û Silopiyê ev teror da destpêkirin,' dema bihar bê ewê vê li Bîngol, Wan û bajarên me yên din jî wê qaşo bidin destpêkirin. Ez niha li vê derê dibêjim em ê di bihar, havîn, payîz û zivistanê de jî li çar aliyê vî welatî bin. Tu kes nikare me bitirsîne."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku di hilbijartina berê hat kirin de welatiyên li Bîngolê ji sedî 95,8 piştgirî dan û wiha dewam kir: "Bi îzna Xwedê ku me li Enqereyê bi erêkirina we jî makezagona xwe temam kir, ez dizanim ku di referandûmê de bi rêjeyeke xurttir hûnê bibêjin erê."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku rêxistina terorê di dewsa aştî û hizûrê da bi rejima Esed a ku gelê xwe diavêje agir ra hevkariyê dike û dibe terefê paqijiya neteweyî û alîgirê şerê mezhebî û wiha got: "Qesdê hizûra herêmê û Tirkiyeyê kirin. Bûn wek amûrekî û di destê hêzên ku êrîşî hizûrê dikin da ne. Îro berpirsiyarên sekinandina Pêvajoya Çareseriyê kesên ku di binê siya çekan da xwe vedişêrin in. Kesên ku di sala 2013an da soz dan û gotin ku "Em ê dev ji çekan berdin" paşê jî di salên 2014, 2015an da, nika jî di 2016an da navçe û bajarên me vegerandin depoya çekan bi xwe berpirsiyarê sekinandina Pêvajoya Çareseriyê ne. Hemû guneh li histûyê wan e."