ANKARA
Arinç piştî Lijneya Wezîran ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê serokatiya wê kir, daxuyanî da çapemeniyê û pirs bersivandin.
Arinç li ser pirsa rojnamegerekî ya der heqê paşvekişîna Hakan Fîdan de wiha got: "Birêz Serokomarê me, Birêz Hakan Fîdan cardin ji bo Misteşariya MÎTê wezîfedar kir, pesend kir û bi vê pesendkirinê ve ew ê di demeke nêz de li Misteşariya MÎTê dest bi wezîfeyê bike"
Arinç bal kişand ku Pêvajoya Çareseriyê gihîşt astekê, ew wisa difikirin û wiha dewam kir:
"Mijara herî girîng, rêxistin wê biharê kongreyê bicivîne û di vê kongreyê de biryara 'çekdanînê' bidin. Ez fikra xwe bibêjim. Bêguman di Newroza 2013an de bangeke wiha hatibû kirin. Em dibêjin ku 'Gelo îhtimal heye ku beriya Newrozê kongre bicive'. Wext pir hindik e, mimkun nîne ku çêbibe. Lê em wisa difikirin ku meha nîsanê de kongreyeke wiha wê bicive û naveroka 10 madeyan wê pêk were."
Der heqê Pêvajoya Çareseriyê de îradeya me ya samîmî dewam dike. Tişta ku dikeve li ser me em dikin, em ê bikin. Yên ku wezîfe dikevin ser milên wan jî divê dereng nemînin û wezîfeya xwe bikin, em ê bişopînin."