ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Komcivîna partiya xwe ya li TBMMyê de der barê mijarên di rojevê de nin axivî.
Serokwezîr Davutoglu li ser pêvajoya çareseriyê sekinî wiha got:
"Pêvajoya Çareseriyê êdî pêvajoyeke ku bûye malê miletê me ye, kî, kîjan provakasyonê dike bila bike xelkê me li vê pêvajoyê xwedî derket û her tim vê yekê jî nîşan da. Beriya her kesî û her tiştê ev pêvajoya çareseriyê emaneta dayikên rojhilatî, rojavayî, bakûrî û başûrî ye. Jinên me çiqas li vê pêvajoyê xwedî derkevin him pêşeroj û paşeroja me û him jî jiyana xortên me wê bikeve bin garantiyê."
Davutoglu di serê axaftina xwe de li ser pêşniyaza guherîna Destûra Bingehîn a ku girtina partiyên siyasî dijwar dike ya ku bi îmzeya Cîgirserokên Koma AK Partiyê û 228 parlementeran pêşkêşî Serokatiya TBMMyê kirin, sekinî. Davutoglu got ev yek ji aliyê demokrasiya tirkan ve pêngaveke dîrokî ye.
Davutoglu diyar kir ku guherîna Destûra Bingehîn a di sala 2010an de hin verastkirinên ku beriya partîgirtinê digire jî di xwe de dihewand lê belê partiyên muxalefetê li dijî wê drketin. Davutoglu wiha axivî: "Lê wê heyamê CHP jî MHP jî BDPya ku serkêşê HDPyê ye jî li dijî vê pêşniyazê derketin. Mixabin me bi 327 dengan ji ber ku nekarî 330 dengî bi dest bixin, vê pêşniyazê di nav pakêta destûra bingehîn a ku dê li referandûmê bê pêşkêşkirin de cî negirt."
Davutoglu qal kir ku Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ji ser girtina partiyan hewl dide ku edebiyata mexdûran bike. Davutoglu da zanîn ku Kiliçdaroglu bi vî awayî hewl dide ku bala gel bikşîne.
Davutoglu diyar kir Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş jî gotiye ku "Heke HDP di parlementoyê de cî negire, AK Partî mecbûr e ku hilbijartina pêşwext bike. Heke ev tehdîdek be, belê tehdît e. Em AK Partiyê bi demokrasiyê tehdît dikin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ey Demirtaş, heke du kelîmeyên ligel hev li hev nayên hebe ew jî demokrasî û tehdît in. Em hêza xwe ji demokrasiyê digirin. Hûn jî bi zimanê tehdîtê wekî di bûyerên 6-7ê cotmehê de hewl didin ku derbeyê li demokrasiyê bidin. Va ye qarekî din. Demokrasî li devê we jî nayê. We navê demokrasiyê li her partiyê ku we avakir danî lê we di bûyerên 6-7ê cotmehê de li kolanên Diyarbekirê demokrasî qetl kir. We ciwanên ku wekî we nafikirin ji avajiyan avêt. Li vî welatî pêşkêş û parazvanê demokrasiyê jî garantora demokrasiyê ya di dahatûyê de jî tenê AK Partî ye, tenê dê AK Partî be."
Davutoglu got ku partiya wî bi Cîgirserokên Koman re hevdîtin kir, dê lez bidin pêvajoyê û ji bo ku di demek kurt de pêşniyaza guherîna Destûra Bingehîn bînin Lijneya Giştî dê xebatên xwe zêde bikin. Davutoglu got ku "Em dê bibînin. Dê her tişt derkeve holê. Dê gel bibîne ku ka her kes ji ezmûna demokrasiyê çi distîne."