Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Ez cardin gotinên ku min berê gotibû dûbare dikim, pêvajoya çareseriyê ji bo yekîtiya Tirkiyeyê girîng e. Ji bo gelê herêmê bi aramî bijî divê pêvajo bê domandin. Herwiha projeyeke me ya ji vê girîngtir jî tuneye."
Serokwezîr Davutoglu ji Ofîsa Serokwezîriyê ya Îzmîrê beşdarî bernameya "Bi Serokwezîr re Rojev" a Show TVyê bû û li vir pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Davutoglu got: "Armanca me serkeftina pêvajoya çareseriyê ye. Niha di mêjiyan de xaçerêyeke heye ev eşkere ye. Herwiha ji axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a 2005an vir ve, di qada demokratîkbûyînê de gelek gav hatin avêtin."
Davutoglu destnîşan kir ku TRT Şeş hat avakirin, qedexeya ser propagandaya kurdî hat rakirin, qedeya ser zozanan hat rakirin û wiha pê de çû: "Lê mixabin xaçerêya yên li hemberî me bi wî qasî net nîne. Lewra ew bi tena serê xwe nikarin tevbigerin."
Davutoglu got: "Hûn lê dinêrin biryarek dide, lê piştî biryarê gelek bûyer diqewimin...Em bi hevdîtinên Demirtaş ên li derveyî welat kir zanin. Bandora wan hevdîtinan ser pêvajoya çareseriyê heye."
-"Projeya me ya herî girîng pêvajoya çareseriyê ye"
Davutoglu got ku di vê navê de HDP-Îmarali û Qendîlê gelek hevdîtin kirin, ne tenê li ser pergala hilbijartinê ser pêvajoya çareseriyê jî hevdîtin kirin.
Davutoglu got ku ji ber ku li hemberî wan mixatabeke ku bi rêk û pêk tevbigere tuneye, di birêvebirina pêvajoyê de astengî çêdibin û wiha dewam kir: "Çi dibe bila bibe, ez cardin dibêjim pêvajoya çareseriyê ji bo yekîtî û aramiya gelê Tirkiyeyê girîng e. Herwiha projeyeke me ya ji vê girîngtir jî tuneye. Heke em pêvajoyê bibin serî dê li hemû deverên Tirkiyeyê aramî çêbe. Dê li herêma rojhilatê sermaye bê danîn û dê herêm bibe yek ji nevenda aborî û sanayiyê. Jixwe hin alî ji ber vê yekê naxwazin çek bê danîn."