Erdogan di axatina xwe ya di mitînga li Duzceyê de wiha got: "Duh çi digotin? Li Tirkiyeyê dê kaos çêbe, kaosa 25ê adarê. Çi bû? We got 17ê kanûnê, nebû, we got 25ê kanûnê, nebû, we got hilbijartin, ew jî nebû. Tije bike û vala bike, tije bike û vala bike, ji we mast çênabe."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de ji qerabalixê pirsî, 'dibêjin xûçên Pensilvanyayê hene, ev xûçên hanê hatin cem we jî?" û wiha dewam kir: "Xûçên me li vê derê ne. Em ê derî bi derî bigerin. Em li bendê ne ku li Duzceyê sindoq ji ber dengan biteqin. Partiya me li Duzceyê çima nebe yekemîn? Hûn ji bo vê amade ne? Dibêjin abêyên wan hene. Abêyên me li vê derê ne. Em ê xwedî li sindoqan derkevin û wekî çavên xwe lê binêrin."
Erdogan destnîşan kir ku stargeha siyasetê ya tekane exlaq e. Erdogan got ku siyaset ji bo gel bê kirin baş e û divê siyaset li gor edeb, adab û exlaqê gel bê kirin û Erdogan wiha dewam kir: "Mixabin hin kes dixwazin ku siyaseteke bêexlaq, bêedeb û ku qanûn û makezagonê bi tiştekî nahesibîne, bikin."
Serokwezîr Erdogan bi bîr xist ku li dibistanan pirtûkan bêpere belav dikin û xwendekarên sergirtî jî dikarin biçin mektebê û wiha got: "Ez bi lîseyên pîşeyan re me û ji xwendekaran dixwazim ku hewl bidin ku ji bo zanîngehên baş qezenc bikin."
Erdogan wiha dewam kir: "Pensilvanya ji lîseyên îmam xetîbê aciz e. Ji dersa Qur'anê û sîyera Nebî aciz e. Em wan rind nas dikin. Bixwazin jî nexwazin jî heq çi be dê ew bibe."
Xanima Serokwezîr Emîne Erdogan, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn, parlementerên Duzceyê û hin bajaran din, Serokê Şaredariya Duzceyê Îsmaîl Bayram, Namzedê Şaredariya Duzceyê yê AK Partiyê Mehmet Keleş jî beşdarî mitînga AK Partiyê ya Duzceyê bûn.