Endamên HDPyî yên Komîsyona Budçe û Planê ya TBMMyê Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan û Parlementerê Hekariyê Adil Zozanî bi hinceta ku hin madeyên di pêşniyaza torbeyê ya ku li komîsyonê hevdîtinên wê dewam dikin, li dijî destûra bingehîn e serî li Serokatiya TBMMyê dan.
Di nivîsa serlêdanê ya endamên HDPyî de hat parastin ku verastkirina di pêşniyazê de ya pêş dibîne ku Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê bê avakirin, li dijî destûra bingehîn e. Hat gotin ku zanîngeha navborî dê bi destê dewletê bê avakirin lê digel vê yekê dê di zanîngehê de lijneyeke mutevellî ya ku dê Misteşarê Wezareta Tenduristiyê serokatiya wê bike, cî bigire.
Hat diyarkirin ku di heman pêşniyazê de verastkirina bêyî ku biryara dadgehê hebe rayeyê dide TÎBê ku gihiştina malperan asteng bike, heye û wiha hat gotin: "Gelek eşkere ye ku berê niha Dadgeha Destûra Bingehîn hikmê 'bêyî ku biryara darazê hebe, ne mimkûn e ku îdare malperan bigire' daye lê digel vê yekê verastkirina navborî dîsa tînin."
Di nivîsa serlêdanê de hat gotin ku madeyên navborî bi awayekî berbiçav li dijî destûra bingehîn in, hat xwestin bila biryar bê dayîn heta ku madeyên eleqedar neyên derxistin hevdîtin neyên kirin.