Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay der barê mijarê de xeberda û got: "Di nirxandinên li ser mijarê de tiştên gelek xweş çêbûn. Me jî di pêşniyazê de hin kêmasî rast kirin. Bi hişyariyên we jî hin tiştên din jî hatin serastkirin."
Atalay diyar kir beriya ku pêşniyazê pêşkêşî Lijneya Giştî bikin, dê li serê hin nirxandinên din jî bikin û wiha dewam kir: "Dibe ku em jî di Lijneya Giştî de mudaxaleyî hin mijaran bikin. Bi rastî MÎT di Komîsyona Navxweyî de bi awayekî zelal tê nîqaşkirin. Ev jî tiştekî pir girîng e."
Cîgirserokê Koma CHPê Engîn Altay ji bo pêşniyazê destnîşan kir ku ji xala ewil ya pêşniyazê bigrin heta xala 13mîn a pêniyazê di demokrasiyên asayî de bi tu awayekî ev pêşniyaz nayê parastin.
Parlementerê MHPê yê Mêrsînê Mehmet Şandir jî da zanîn ku bersiva pirsên wan ên ku der barê pêşniyazê de hatin dayîn ne li gor dilê wan e û ji ber vê jî ew ê nivîseke ku ew çima li dijî pêşniyazê ne binivîsin.