TBMM (AA) - Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di komcivîna partiya xwe ya li TBMMyê de axivî. Davutoglu got "Ez ji vir bangî hemû partiyên muxalefetê dikim; heke astengkirina vê qanûnê berdewam bike, ji niha pê ve heke êrîşên molotofê, hin êrîşên bi rûpoşkirî û vandalîzm çêbe, berpirsyarê vê yekê ew in."
Serokwezîr Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev hefteyek e di Lijneya Giştî ya TBMMyê de li we neheqî hat kirin, li pêşberî we bê edebî kirin; lê we tu caran bê edebî nekir, hûn li gor nirxên edebê tevgeriyan. We rûmetaTBMMyê parast, we rêzikên sereke yên demokrasiyê parastin û we koma AK Partiyê cardin li meclisê destanek nivîsî."
-"Birêz Bahçelî gelo tu dizanî ka edeb çi ye?"
Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha heke ew bipirse, bêje 'gelo hûn zanin welat çi ye' ez ê jî pirsa wî bibersivînim, bêjim gelo birêz Bahçelî hûn zanin edeb çi ye? Ew însan ji bo parastina axa welat, ji bo axa welat ji cihekî neqlî cihekî din bikin bi rojan bê xew man. Hûn li pêşberî wan wezîfedarên dewletê zanin gelo exlaqê dewletê çi ye, rê û rêbazên edeba dewletê çawa ne?"
-"Em di Tirkiyeya nû de rê nadin bangewaziyên bi vî awayî"
Serokwezîr Davutoglu got "Serokê Sererkaniyê û efserên me yên bi rûmet ên tirk, niha di bin emrê hikûmeta me ya bi rayên gel bû desthilatdar de ne û fermana hikûmatê bi cih tînin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ew dewra berê derbas bû. Niha ne dewra (derbeya) 27ê Gulanê ye, ne dewra (derbeya) 12ê Adarê ye, ne dewra (derbeya)12ê Îlonê ye û ne jî dewra 28ê Sibatê ye. Tirkiyeya nû li hemberî van bangewaziyan bi tewdîr tevdigere û rê nade bangewaziyên bi vî awayî."
-"Hevalno, ev bangewaziya derbeyê ye"
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku îro MHPyê daxuyaniyek da û wiha axivî: "MHPyê îro daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de wiha dibêje; Serokên Sererkaniyê yên berê dema biryarên zerardar didîtin bi wêrekî dijî serokên siyasî derdiketin. Hevalno, ev bangewaziya derbeyê ye. Partiyeke ku di Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê de koma wê heye, nikare daxuyaniyeke wiha bide. Ev bangewaziya derbeyê ye. Ev xûyeke Tirkiyeya berê e."