ÎSTANBUL
Demirtaş beşdarî şîva li Findikliya taxa Maltepeya nevçeya Stenbolê bû û welatiyan bi tîlîliyan li Demirtaş pêşwazî kir. Demirtaş li vir bi welatiyan re eleqedar bû û piştî azanê fitara xwe vekir.
Demirtaş piştî fitarê axivî û destnîşan kir ku welatiyên dê bihemd û hêza xwe ve serokomar hilbijêrin.
Demirtaş diyar kir ku kesên ku ji ziman û nasnameya welatiyên xwe re heqaretê dikin bûne namzedê serokomariyê û wiha got: "Ji bo gel ji van re mecbûr nemîne em ê gel derxin Çanqayayê."
Demirtaş diyar kir ku dewlet welatiyan wek elewî, sunî, laz, çerkez ji hev diqetîne û wiha axivî: "Êdî welatî hatin asteke wisa ku ditirsin ku eslê xwe bibêjin."
Demirtaş destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên hilbijartina serokomariyê dê li her derê welêt bidomînin û wiha got: "Her kes bi ziman û çanda xwe ve wekhev e. Bi jin, mêr, ciwan, kal û pîrên xwe ve her kes dê hêviya xwe derxe Çanqayayê."
Piştî axatinê welatiyan Demirtan bi dirûşmeyan ve oxir kir.