ÎSTANBUL
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li Navenda Çandê ya Bajêr ya Şîşliyê bi kesên ku dê li Stenbolê di kampanyaya hilbijartina serokomariyê de cî bigrin re hat bal hev.
Demirtaş di destpêka axaftina xwe de ji ber ku salvegera mirina wan e, Serokê Bajêr ê Partiya Keda Gel ê Diyarbekirê yê berê Vedat Aydin û Alî Îsmaîl Korkmazê ku di bûyerên Geziyê de mir, bi bîr anî. Demirtaş destnîşan kir ku kêmasiyeke mezin e ku di nav namzedan de yên jin tunene û wiha got: "Ez dixwazim jin pêşengiya vê kampanyayê bikin. Ev dê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Ji bîr nekin, heke kî li nasnameya we xwedî derkeve raya xwe bidin wî. Mohr di destê we de ye. Divê hûn ji bîr nekin, hêz di destê we de ye."
Di civînê de komek jin wêneyên Demirtaş bilind kirin û pankarta ku li serê bi ermenîkî "Selo can em zehf ji te hez dikin, Jinên Ermenî yên Peşverû" dinivîsand vekirin.
Lijneya ku çû Îmraliyê
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li ser pirsa ku "Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlementera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana çûne Girava Îmraliyê, naveroka hevdîtinê çi ye?" wiha got: "Heke vegeriyan dê daxuyanî bidin û em ê naveroka hevdîtinê hîn bibin."
Demirtaş wiha dewam kir:
"Bêguman hevdîtin bi geşedanên li derva re têkildar e. Lê ez nikarim qala naverokê bikim. Heke hevalên me vegeriyan, em ê bibînin. Ji ber ku ez di kampanyayên hilbijartinê de me, dema hevalên me hatin em ê hîn bibin."
Demirtaş pirsa "Hûn ê jî biçin?" wiha bersivand: "Na."