ANKARA
22 Malbatên ku zarokên wan bi destê rêxistina terorê hatibûn revandin li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hatin bal hev. Piştî hevdîtinê Sabrî Onalan li ser navê malbatan axivî û diyar kir ku çalakiya xwe ya li Daxkapiya Diyarbekirê di roja 115an de dawî kirin.
Onalan destnîşan kir ji bo ku wan hem pîroz bikin hem jî ji wan alîkariyê bixwazin hatine ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu. Onalan got Davutoglu bi wan re zehf eleqedar bûye.
Onalan diyar kir ku ew ê çalakiya xwe ya ji bo zarokan li Enqereyê bidomînin û Davutoglu ji wan re gotiye ku "Ez ê wek zarokên xwe bi zarokên we re eleqedar bim". Sabrî Onalan destnîşan kir ku cihên çalakiyê hê eşkere nînin û ew ê bi piştgiriya saziyên civakî yên sivîl ve li Enqereyê bimînin û heta ku zarokên xwe hilnedin jî yê dev ji çalakiya bernedin û bixebitin.
Onalan wiha pê de çû: "Me çalakiya xwe ya li Diyarbekirê bi dawî kir. Em ê li Enqereyê çalakiya xwe bidomînin. Heta ku zarên xwe hilnedin em Enqereyê terk nakin. Dema ku zarên me bên em ê Enqereyê terk bikin."
Ji hêla din ve Onalan eşkere kir ku ji Serokomar Erdogan jî randevu xwestine.