Di ser Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê ya ku li demokrasiyê hat kirin de 34 sal derbas bû. Di vê derbeya ku navê wê yê din jî "Tevgera Alayê" bû de makezagon hat îhlalkirin, bi hinceta teşebbusa derbeyê di 210 hezar dozî de 230 hezar kes hatin darizandin.
Li gor agahiyên ku nuçegihanê AAyê berhev kir rêç û şopên wê derbeya ku bi axaftina Serokê wê demê yê Sererkaniyê Orgeneral Kenan Evren ve dest pê kiribû hê jî hene.
Evren, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Nûrettîn Ersîn, Serokê Hêzên Hewayî Orgeneral Tahsîn Şahînkaya, Serokê Hêzên Behrê Oramîral Nejat Tumer û Serokê Giştî yê Cendermeyan Orgeneral Sedat Celasûn bi hinceta "pirsgirêka ewlehiyê" derbeya leşkerî ya 12ê îlonê kirin.