İbrahim Atmaca
02 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokê Meclisê Bînalî Yildirim der heqê hevdîtina ku bi Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ra kir da wiha got, "Me di heyama nû da him der heqê xebatên Meclisê da agahî da û îstişare kir him jî ziyareta xwe ya nezaketê kir."
Serokê Meclisê Yildirim û Kiliçdaroglu li Meclisê hevdîtin kir. Hevdîtin bêyî çapemeniyê hat kirin û nêzî 50 deqeyî dewam kir.
Yildirim piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Ji bo hevdîtinê îllim hewcedarî bi sedemekê tuneye. Min Birêz Serokê Giştî wek nezaket ziyaret kir."
Yildirim bi bîr xist ku piştî ku ew wek Serokê Meclisê hat hilbijartin, Kiliçdaroglu ew ziyaret kir û paşê jî Meclis kete betlaneyê û wiha dewam kir, "Me di heyama nû da him der heqê xebatên Meclisê da agahî da û îstişare kir him jî ziyareta xwe ya nezaketê kir."
Yildirim li ser pirsa rojnamegeran a "Gelo ziyareta we beriya namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ziyareteke xatirxwestinê ye?" bersiv neda.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu jî diyar kir ku Yildirim ziyareta nezaketê kir û spasiya wî kir.
Kiliçdaroglu diyar kir ku Yildirim di hevdîtinê da der heqê xebatên parlamentoyê da ew agahdar kir.