Onder derbarê hevdîtinê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Me bi Barzanî re hevdîtin kir û peyama Ocalan ragihand. Em dê sibê bi Mam (apo) Celal re jî hevdîtin bikin. Em ê jê re bibêjin derbasî be û herwiha em ê geşedanên dawîn ên li herêmê qewimîn jî bi hev du re binirxînin."
Onder got ku di çarçoveya hevdîtinên Hewlêrê de çûn seredana Parlementoya Kurd jî û bi serokê meclisê û lijneyê re jî hevdîtin kirin û wiha dewam kir: "Me peyama Ocalan a der heqê parlamentoya herêmî de ragihand erkdaran. Erkdaran jî diyar kir ku ew şopînerê pêvajoya çareseriyê ne."
-Seredana Qendîlê
Onder da zanîn ku dê biçin Qendîlê û bi rêvebirên KCKyê re jî hevdîtin bikin û wiha dewam kir: "Em ê di 25ê tîrmehê de digel Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken biçin Qendîlê. Em ê nameya Ocalan ragihînin Qendîlê. Em ê fikr û ramanên wan jî guhdar bikin û asta ku em gihiştinê bi hev du re binirxînin."
Onder li ser pirsa "Gelo armanca vê seredanê çi bû?" wiha got: "Daxwaza me ew e ku em li ser qada demokrasî û wekheviyê dîtinên xwe yên li ser rewşa têdeyî parve bikin û bi xwedî meqaman re hevdîtin bikin. Onder li ser pirsa "Peyama Ocalan ya ku we ragihand Barzanî çibû?" got: "Heke Birêz Barzanî bersiva vê pirsê bide dê baştir bibe."
Zana û Onder çûn serdana buroya HDPyê ya li Hewlêrê jî.