Demirtaş li hêwaneke dawetê ya Batmanê ji bo parvekirina peyama "Ji bo Jiyana Nû Bangewazî" par ve bike bi saziyên civakî yên sivîl, odeyên pîşeyan, rêvebirên sendîqayan û nûneran re hat bal hev. Demirtaş li vir axivî û êrîşên li ser Filîstîn û Kobaniyê (herêma di bin kontrola PYDê de) şermezar kir.
Demirtaş got: "Pir asane ku di rojeva Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû de Filîstin hebe. Ya derîasayî ew e ku ji bûyerên li Kobanê ya li ber guhên wan diqewimin re, bê deng dimînin."
Demirtaş wiha dewam kir:
"Du rojin ku li Tirkiyeyê hin kom li dijî kiryarên DÎŞIê protestoyan dikin. Hêzên ewlehiyê jî bi tundî mudaxaleyê van koman dikin. Rêxistina DÎŞIê li ser nirxên îslamiyetê hatiye avakirin. Lê belê tu eleqeya rêxistin û îslamiyetê tune ye. Ev rêxistineke wisa ye ku serê mirovan jêdike û bi serên ku jê dike jî gogê dilîze. Herwiha hûn li Tirkiyeyê nikarin rêxistineke wiha protesto jî bikin."
Demirtaş wiha pê de çû: "Heke hûn ji bo Xezeyê hêsiran bibarînin lê li hemberî Lazkiye, Kobanî, Misûl û Kerkûkê bêdeng bimînin dê tu kes bi samîmiyeta we bawer nebe."
-Êrîşa li ser sînorê Sûriyeyê ya leşkeran
Demirtaş li ser êrîşa duh êvarê ya li Ceylanpinara Urfayê pêk hat jî sekinî û ji bo leşkerên ku mirin got Xwedê rehma xwe li wan bike û wiha dewam kir:
"Serokatiya Serkantiya Giştî diyar kir ku PYDyê êrîş kiriye. Ev daxuyanî watedar e. Ev meseleyeke krîtîk e. Di mijarên wiha de divê bi berfirehî lêkolîn bên kirin û piştre daxuyanî bên dayîn."
-Hilbijartina serokomariyê
Demirtaş bal kişand li ser hilbijartina serokomariyê û wiha got: "Heke ku ez bibim serokomar ez dê hemû erkan radestî rêvebiriyên herêmî bikim. Zagoneke bingehîn a nû û sivîl amade bikim. Herwiha dê erkên serokomariyê jî kêmtir bikim."
Demirtaş piştî axavtinê beşdarî bernameya fitarê ya li heman hêwanê hat kirin bû. Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak digel Metropolîta Diyarbekir-Mêrdînê Salîba Ozmen beşdarî bernameya fitarê bûn.